Belavkariya Elektîrîkê ya Dîcleyê der barê rojnameger Dîren Yurtsever de gilî kir 2023-08-04 17:53:51   DÊRSÎM - Belavkariya Elektîrîkê ya Dîcleyê A.Ş, der barê Midûra Karê Nivîsan a Ajansa MA Dîren Yurtsever de gilî kir û ji ber vê biryara girtinê hat derxistin. Dîrenê  ji vê li Edliyeya Tunceliyê îfade da.   Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, bi hinceta der barê di çarçoveya lêpirsîna der barê wê de hatiye destpêkirin biryara girtinê heye û  ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin , li Edliyeya Tunceliyê îfade da.  Hat hînbûn Dîrenê bi SEGBÎS’ê îfade daye Edliyeya Amedê û hat hînbûn ku Belavkriya Elektîrîkê ya Dîcleyê der barê wê de gilî kiriye. Dîrenê di îfadeya xwe de sûcê hatiye kirin red kir.   Piştî îfadeyê Dîren ji edliyê veqetiya.