Li Efrînê 2 xwişk hatin revandin
- 14:37 29 Tîrmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT'a dewleta tirk li navçeya Şera ya Efrînê 2 xwişk revandin.
Li gorî malpera Efrînnews 24, MÎT'ê du xwişk li gundê Elkê yê navçeya Şerayê revandin.
Navên her du xwişkên hatine revandin wiha ne; Hêvîn Yûsif Cuma (16) û Meryem Yûsif Cuma (24)
Hate zanîn ku sedema revandina her du xwişkan û aqûbeta wan ne diyar in.