Li Midyadê mirina jinekê ya bi gûman
- 09:24 28 Tîrmeh 2023
- Rojane
MÊRDÎN - Li Midyadê jina bi navê G.U. bi awayekî bi gûman ji qetê şeşan ket û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jina bi navê G.U. ji qatê şeşan ê avahiyekê bi awayê bi gûman ket. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên tendirustiyê û polîs hatin cihê bûyerê û G.U. rakirin nexweşxaneyê û li wê jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku sedema mirina G.U. wê piştî otopsiyê eşkera bibe.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.