Kujerên jina bi navê Rewaa El Uweyd hatin girtin
- 19:23 27 Tîrmeh 2023
- Rojane
QAMIŞLO- Hate diyarkirin ku kujerên jina ciwan a bi navê Rewaa Muslih El Uweyd hatine girtin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji dozgeriya giştî ya navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê dane ajansa ANHA kujerên jina ciwan a bi navê Rewaa Muslih El Uweyd hatin girtin.
Çavkaniyan diyar kir ku ku kujerên Rewaa birayên wê Ehmed û Silêman El Uweyd in.
Rewaa Muslih El Uweyd (21) di 25’ê Tîrmehê de li gundê Um Hebal ê navçeya Til Koçerê bi guleyan hatibû qetilkirin.