Li Licê û gundê wê civînên gel
- 20:39 23 Tîrmeh 2023
- Rojane
AMED - HDP û Partiya Çep a Kesk civînên xwe yên "xwenûkirinê" li navçeya Licê ya Amedê berdewam kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk civînên xwe yên gel îro li navçeya Licê ya Amedê domandin. Welatiyên ku tevli civînê bûn rexneyan li kêmasiyên partiyan girtin. Parlementerên Partiya Çep a Kesk Ceylan Akça, Omer Ocalan, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyad Ceylan, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, endamên meclisa partiyê ya HDP'ê, rêveberên navçeyê û gelek welatî tevli civînan bûn.
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di civînê de axivî û balkişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîd belavî her derê bûye.
Her wiha li gundên Çemê Elîkê, Zengê û Tûtê yên bi ser navçeya Licê ve jî civînên gel hatin lidarxistin.
Welatiyan di civînan de rexne xwe kirin û pêniyarên xwe ji bo partiyan kirin.