Kovarên qerfê piştgirî dan Başak Demirtaş
- 13:32 20 Tîrmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovarên qerfê LeMan û Bayan Yani, bi peyama ku da, piştgirî dan Başak Demirtaş.
Parêzer Osaman Taşdemir ê qeyda wî li Baroya Stenbolê heye li ser medyaya dîjîtal gotinên zayendperest ji bo Başak Demirtaş kiribû. Kovarên qerfê LeMan û Bayan Yani, bi peyama ku da, piştgirî dan Başak Demirtaş.
Di herdu kovarên qerfê de ji bo Başakê gotina,"Li dijî êrişên zayendperest em li gel Başak Demirtaş in" hat kirin.
Gilî hat kirin û bertek hat nîşandan
Piştî parêzer Osaman Taşdemir ê qeyda wî li Baroya Stenbolê heye li ser medyaya dîjîtal gotinên zayendperest ji bo Başak Demirtaş kir şûnde parêzerên Başakê diyar kirin ew ê giliyê vî şexsî bikin. Her wiha HDP, Partiya Çep a Kesk û gelek kesan piştgirî dan Başak Demirtaş.