Dayikên Aştiyê çûn serdana Mehmet Emîn Ozkan
- 09:37 20 Tîrmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê çûn serdana Mehmet Emin Ozkan ê 27 sal şûnde ji girtîgehê hat tehliyekirin.
Mehmet Emin Ozkan ê 84 salî û ev 27 sal in di girtîgehê de ye hat tehliyekirin. Dayikên Aştiyê çûn serdana Mehmet Emin Ozkan ê nexweş û tevî nexweşiya xwe nedihat berdan. Dayikên Aştiyê li vir peyama aştiyeke mayinde dan û daxwaza berdana hemû girtiyên ji bo têkoşîna azadiya xwe di girtîgehan de ne, kirin.