‘Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e’
- 20:14 16 Tîrmeh 2023
- Rojane
TEBQA- Di çarçoveya pêngava ‘Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e’ Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke li dar xist û geşedanên siyasî yên li Sûriye û herêmê şîrove kirin.
Bi dehan şêniyên herêmê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, nivîsgeh û komîteyên jinan tevli civînê bûn. Di civînê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Nadiye El Mihemed beşdar silav kir. Dûre cîgira berdevka giştî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre Ezîz axivî û behsa geşedanên siyasî yên li Sûriye û herêmê kir.
Her wiha Semîre balkişand ser şerê taybet ê li dijî herêmê û got: “Dewleta Tirk fitneyê di navbera êlên herêmê de belav dike û wan teşwîq dike ku ciwanên xwe ji QSD’ê vekişînin ji bo ku eniyên hundirîn zaîf bike. Ji bo têkbirina rêgezên bingehîn ên civakê ku jin û ciwan in, narkotîkê belav dike.”
Semîra balkişand ser girîngiya hemleyê û got armanca wê xurtkirina jinan e ji bo ku rola xwe di civakê de û avakirina wê nas bikin.