Li Helebceyê niqaşên li ser Lozanê
- 15:23 9 Tîrmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Ciwanên Kurdistanê bi wesîleya 100 saliya Peymana Lozanê li Helebceyê gelek panel, semîner û merasîm li dar xistin.
Platforma Ciwanên Kurdistanê bi minasebeta 100'emîn Salvegera Peymana Lozanê li Helebce ya Başûrê Kurdistanê gelek çalakî, panel û semîner li dar xistin. Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku qirkirina herî mezin a ku kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, nebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe ye. Beşdaran her wiha destnîşan kirin ku li gel hemû zext û êrîşan jî ruhê yekitiya gelê Kurd nayê tunekirin.