ROJEVA 09'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
- 09:00 9 Tîrmeh 2023
- Rojev
* Mujde Çoku ya ji girtîgeha Jinan a Amedê hat tahliyekirin diyar kir ku tecrîd li girtîgehan belav bûye, girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi kamerayan tên şopandin. Mujdeyê da zanîn ku tecrîd tundiyê zêde dike, bandor li aboriyê dike û têkçûna ahlaq û civakî jî bixwe re tîne ûgot divê demildest tecrîd bidawî be. BI DÎMEN
*Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, ji bo runiştina doza 16 rojnamegerên ku di 11’ê Tîrmehê de li Amedê bê dîtin banga tevlibûnê kir û got: “Tu zext nikare pêşî li me bigire. Em ê heqîqetê her tim bînin ziman.”
*Yek ji rêveberên DDKAD'ê Halîde Dündar rojên borî di 3’yê Tirmehê de jiyana xwe ji dest da. Hevala Halîdeyê Pinar Kayişoglu û keçxaltiya wê Xanê Atsonmez li ser jiyan û têkoşîna wê axivîn. DÎMEN HEYE