Ji bo HPG'î yên jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn
- 18:34 8 Tîrmeh 2023
- Rojane
STENBOL - Ji bo Fîlîz Tekîndag û Reşît Kiran ên HPG'î yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn.
Ji bo Fîlîz Tekîndag (Nûden Sîdar) û Reşît Kiran (Rênçber Metîn) ên HPG'î yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bagcilari şîn hat danîn.
Malbatên FîlîzTekîndag û Reşît Kiran, ANYAKAY-DER, MATÛHAY-DER, Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, Parlementerên Partiya Çep a Kesk Cengîz Çîçek û Mahmût Dundar, Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî şînê bûn.
Malbatên Fîlîz û Reşît malavayiya kesên hatin şînê kirin û gotin: "Şehîdên me, şehîdên vî gelî ne.