Zarokê ku ket çem jiyana xwe ji dest da
- 13:08 8 Tîrmeh 2023
- Rojane
AGİRİ - Zarokê 10 salî yê ji rojhilatê Kurdistanê ku ket Çemê Muradê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Diyadîn a Agirêyê zarokê 10 salî yê ji rojhilatê Kurdistanê bi navê Arslan D. ku ket Çemê Muradê xeniqî. Arslan ê ku xwest ji aliyê din ê çem derbasî aliyekî din bibe, ji ber kana xîzê ku hatibû vedan di kurahiya 8 metreyî de winda bû. Piştî lêgerîneke dur û dirêj cenazeyê Arslan hatte dîtin. Piştî otopsiya ku wê li nexweşxaneya li Diyadînê bê kirin hat diyarkirin ku wê cenazeyê Arslan bişînin Rojhilat.