ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
- 09:00 6 Tîrmeh 2023
- Rojev
* Xezal Tunç ya di salên 90’î de li dijî polîtîkayên dewletê yên li herêmê û zîhniyeta serdest ya mêr serî hilda, ji Mijin heta Kaponîs ji wir heta Iraqê û piştre dîsa hat ser axa xwe. BI DÎMEN
*Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, ji bo rûniştina doza 16 rojnameger ên ku dê di 11’ê tîrmehê de li Amedê bê dîtin banga tevlibûnê li rêxistinên pîşeyî, rojnameger û rayagiştî ya demokratîk kir.
*Cansu Erkmen da zanîn ku Cejna Evvel Temmuz a şopa jiyana komunal dihewîne piştî erdhêjê zêdetir watedar bûye û li dijî asîmîlasyonê li her derê gelê Hatayê wê ligel hev bin. BI DÎMEN
* Li gorî çeteleya meha Hezîranê ya ajansa me 25 jin hatin qetilkirin û 27 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ