HDP û Partiya Çep a Kesk peyama Cejna Qurbanê weşandin
- 09:58 27 Hezîran 2023
- Rojane
ENQERE- Hevserokên Giştî yên HDP û Berdevkên Partiya Çep a Kesk bi peyama weşandin wiha gotin:"Em hêvî dikin Cejna Qurbanê wekhevî, azadî û aştiyê bîne."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan, Mithat Sancar û Berdevkên Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar û Îbrahim Akin bi munasebeta Cejna Qurbanê peyamek parve kirin û cejna gelan pîroz kirin.
Di peyama ku hat ragihandin de wiha hat gotin:
"Mixabin di bin siya pirsgirêkên civakî, aborî, siyasî, xizanî, newekhevî, êrişên li ser gelê kurd û gelên din de em Cejna Qurbanê pêşwazî dikin. Lê belê em dikarin wateya rast a cejnê bijîn. Em dikarin piştevanî, parvekirin û azadiya, xwe dispêre ser esasên hebûna civakî ji nû de biafirînin. Jiyaneke azad, ji mêtingeriyê dûr û bê şer a em xeyalên wê dikin hinceta me ya têkoşînê ye. Bi vê munasebetê em hêvî dikin Cejna Qurbanê bi xwe re wekhevî, azadî û aştiyê bîne. Em cejna gelê xwe û gelên li Rojhilata Navîn pîroz dikin."