Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çep a Kesk Ozgul Sakî kir
- 14:07 19 Hezîran 2023
- Rojane
ENQERE - Midûriyeta Giştî ya Emniyetê bi hinceta ku Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî polîsên êriş dikirin weke “dagirker” pênase kir, giliyê Ozgul kir.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê (EGM) bi hinceta ku Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî ji polîsên êriş kiribûn re gotibû “dagirker”, giliyê Ozgul kir. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya beriya giliyê midûriyetê, têkildarî mijarê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Ez, parlamentera HDP’ê ya ku ji polîsên me yên mudaxaleyî çalakiya bêdestûr kirin re heqareta ‘dagirker’ kiriye, şermezar dikim.”