Xebatên Partiya Çep a Kesk yên gundan didomin
- 21:42 5 Gulan 2023
- Rojane
ERZIROM- Partiya Çep a Kesk li Erziromê bê navber didomin û bi tevlibûna heyetan serdanên gudan tên kirin.
Partiya Çep a Kesk li Erziromê di çarçoveya xebatên hilbijartinên de gundan ziyaret dikin. Ji ber namzeta bajar Meral Daniş Beştaş qeza kiribû, xebatên li bajar dorveger tên kirin. Vê hefteyê parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu tevli xebatan bû. Hevdîtinên gund yên Çadê pêk hatin û namzet Ayşan Tarlan jî xebatan bû.
Omer Faruk di serdanan de axivî û diyar kir ku wê herî kêm du parlamenteri derxin û got divê li Erziromê aborî bê pêşxistin, çandinî, sewalkarî û sanayî li Erziromê hebe.
Serdana heyetê seranserê rojê berdewam kir û gel eleqeyek mezin nîşan da.