‘AKP’ê bikin partiya tabelayê’
- 19:05 4 Gulan 2023
- Rojane
AMED - Partiya Çep a Kesk li Farqîn a Amedê hevdîtina gel pêk anî û peyama ‘biçin ser sindoqan û AKP’ê bikin partiya tabelayê’ dan.
Partiya Çep a Kesk a Amedê li Farqînê hevdîtina gel pêk anî û wek mîtîngê derbas bû. Hevdîtin li Qada Azîzoglu pêk hat û hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzeta Partiya Çepa a Kesk Halîde Turkoglu, hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekin û bi sedan kes tevli bûn.
Gel di hevdîtinê ce dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana Farqînê’ berz kirin.
Zeyyat Ceylan axivî û diyar kir ku li dijî zext û zilmê wê şûnde gavê navêjin û ji bo welatiyên ku qad tije kiribûn spas kir.
Piştre Berdan Ozturk jî axivî, balkişand ser berxwedana dîrokî ya gelê Kurd û got: “Gelê Kurd berxwedanek mezin daye û heta niha hebûna xwe parastiye. Desthilatdarî ditirse, mafdare bitirse ji ber wê biçin. Darbekar wê biçin.”
Hevîtin bi gerandina govendê bidawî bû.