Li kujerê Berîvan Alturk cezayê muebetê hat birin
- 19:34 17 Sibat 2023
- Rojane
ŞIRNEX- Li gumanbar Metîn Şengîl yê Berîvan Alturk qetil kir, cezayê muebetê û ji ‘teşebusê kuştinê’ 20 sal ceza hat birîn.
Li navçeya Qilaban a Şirnexê di 21’ê Nîsana 2022’an de Metîn Şengîl bi çekê êrîşê jina bi navê Berîvan Altuk ku dest jê berdabû û keça xwe ya 8 salî kir. Doza li 3’emîn Dadgeha Cezay aGiran a Şirnexê dihat dîtin îro biryar jê derket. Parêzerên malbata Alturk, parêzerê Komeleya Ewil Jİn û Zarok, ji Baroya Şirnexê Aycan Îrmez û malbata Berîvanê, her wiha parêzerên gumanbar tevli bûn.
Piştî parastinên hatin kirin heyeta dadgehê cezayê muebetê û ji teşebusa kuştinê ya li hember keça xwe Tuanna jî 20 sal ceza lê hat birîn.