Nexweşxana ji erdhejê zirar dît wê bê veguhestin
- 22:28 15 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dê nexweşxaneya dewletê ya li navçeya Heranê ya Rihayê ku bandor ji erdhejê girtiye, bê veguhestin.
Midûrê Tendurista Bajêr Prof. Dr. Mehmet Gulum, daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê jî bandor ji erdhejên Mereşê girtiye. Mehmet di daxuyaniya xwe de ragihand ku Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê di nexweşxaneyê de xesar tespît kiriye û di encamê de biryar girtine ku nexweşxaneyê veguhêzînin navenda ciwanan û çandê ya Şaredariya Heranê.