Elezîz jî wek herêma karesatê hat îlankirin

  • 20:45 15 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk, daxuyand ku Elezîzê jî daxilî nava bajarên ku bandor ji erdhejê girtine kirine û  wek herêma karesatê îlan kirine. 
 
Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk, piştî civîna Desteya Rêveber a Navendî ya AKP'ê daxuyanî da. Çelîk daxuyand ku bi fermana Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, Elezîz jî daxilî  herêma karesatê hatiye kirin.  
 
Tevî Elezîzê hejmara bajarên wekî herêma karesatê hatine îlankirin bû 11.