Wê Komploya Navneteweyî li 9 bajar û navçeyan bê şermezarkirin
- 10:58 15 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro li 9 bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bê şermezarkirin.
Îro salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e ku sala 1999`an pêk hatibû, di encamê de Abdullah Ocalan li paytexta Kenya Nayrobî hat revandin û radestî dewleta Tirk hat kirin.
Ji bo şermezarkirina kompoloyê, îro li 9 navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşema “Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” meş tên lidarxistin.
Qamişlo
*Qamişlo: Meş saet di 10:30`an ji Çarxerêya Sonî dest pê dike û heta Navneda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike.
*Girkê Legê: Meş saet di 11:00`an de ji Qada Şehîd Xebat dest pê dike.
*Dêrik: Meş saet di 11:00`an de ji Qada Azadî dest pê dike.
Hesekê
*Hesekê: Şênî saet di 11:00`an de li Çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer kom dibin û dest bi meşê dikin. Meş li nêzî Parka Rêbertî ya taxa Nasira bi dawî dibe.
*Dirbêsiyê: Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê saet di 11:00`an dest pê dike û li pêşiya navenda Kongreya Star bi dawî dibe.
Kobanê
Meş ji Qada Jina Azad saet di 11:00`an de dest pê dike û heta Kolana 48 dewam dike.
Tebqa
Meş ji pêşiya Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa sêyemîn saet di 12:00`an de dest pê dike.
Reqa
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê saet di 17:00`an ji pêşiya navenda xwe dest bi meşa meşeleyan dikin.
Şehba
Meş ji navçeya Fafînê saet di 12:00`an de dest pê dike.