Gelê Amedê bertek nîşanî Oya Eronat a AKP’î da
- 08:38 11 Sibat 2023
- Rojane
AMED - Parlamentera AKP’ê Oya Eronat li Amedê çû herêma kavilan. Xelkê Amedê bertek nîşan da û Oya Eronat neçar ma ku herêmê biterikîne.
Parlamentera AKP’ê Oya Eronat, li Amedê çû ser kavilên Apartmana Sozel a li Semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê. Xelkê Amedê bertek nîşan dan û xwestin Oya Eronat ji wir biçe. Xelkê pirsa “Hûn çima hatin vê derê?” ji Oya Eronat kir. Bi zêdebûna bertekan, Oya Eronat neçar ma ku herêmê biterikîne.