Mexdûrên erdhejê berê xwe dan Kampa Serdemê
- 12:30 10 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzî hezar û 200 malbatên mexdûrên erdhejê yên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî erdhejê berê xwe da Kampa Serdem a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê.
Berbanga 6`ê Sibatê bi pileya 7.7 li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê erdhej çêbû. Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye û gelek dever wêran bûne.
Bandora erdhejê li ser kantona Şehbayê jî çêbû ku hikumeta Şamê dorpêç kiriye. Lê tevî wê jî zêdetirî hezar û 200 malbatên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên ji ber erdhejê zirar dîtine, li Kampa Serdem hatine pêşwazîkirin.