Li Sesmurê 3 kesên din hatin xilaskirin
- 19:42 9 Sibat 2023
- Rojane
SEMSUR- Li Semsurê piştî 84 saetan şûnde du jê jin 3 kes ji kavilan hatin xilaskirin.
Li taxa Yenî Mahale ya Semsurê di xebatên lêgerîna di avahiya Dagukent a 6 katî de ji malbata Buyukşahîn sê kes hatin xilaskirin.
Ji kavilan Zeynep Buyukşahîn, birayê wê Huseyîn Buyukşahîn û dayika wan Emîne Şahîn hatin derxistin û rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn ku ji malbatê kesek din di bin kavilan de ye