Hin cihên ku alîkarî ji bo mexdurên erdhejê lê tên komkirin
- 15:40 9 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sê roj in li navçe û bajarên cûda yên Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi komkirina alîkariyên mirovî hatiye kirin. Cihên ku alîkarî lê tên komkirin hatin eşkerekirin.
Li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê komkirina alîkariyên ji bo mexdurên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê berdewamin.
Welatiyên ku bixwazin tevlî kampanyên alîkariyê bibin, dikarin li van bajar û navendan alîkariyên xwe pêşkêş bikin;
Silêmanî: Emne soreke
Kerkûk: Li tenişt şirînî betam ya li taxa Îskan
Helebce: Li beramberî serokatiya Şaredariya Helebce
Germiyan: Li nava bazara Kelarê li ber mala Hacî Aho ya pîran, li ber baregeha Yekgirtûya Îslamî
Kifrî: Li rêveberiya çavdêrî û geşepêdana civakî ya Kifrî ku dikeve li pişt Banka Kifrî
Xurmal: Li nava bazara bajêr
Pêncwên: Li salona çalakiyan
Qeladiz: Li Parka Pîremêrd
Sengeser: Li tenişt saha Sengeser
Ranya: Li ber Zanîngeha Raperîn
Koye: Li Hola Necîbexan, li tenişt saha mezin a Koye
Teq Teq: Li salona tazîyeya jinan, li tenişt hola Şehîd Ebdul Rezaq
Duzxurmato: Li nav bazara Hesen Qewan alîkarî tên komkirin.