Li Semsûrê 5 kes sax ji kavilan hatin derxistin
- 18:13 8 Sibat 2023
- Rojane
SEMSÛR - Li Taxa Yeniyê ya Semsûrê 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin.
Li Taxa Yeniyê ya Semsûrê bi israra welatiyan piştî 36 saetan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin. Li Taxa Yeniyê ji bin kavilên avahiyeke du blokî dê û law û li heman taxê jî ji bin kavilên avahiyeke din jî bav û kurên wî Mehmet û Mûrat Firat bi saxî hatin derxistin.