Heyva Sor li Dirbêsiyê konên nû danîn
- 14:04 8 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd li navçeya Dirbêsiyê konên nû danîn.
Saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên li hember erdhejên muhtemel zêde dikin. Heyva Sor a Kurd hejmara konên li navçeya Dirbêsiyê danîne zêde kirin. Berê li navçeyê 2 kon hatibûn danîn, niha konekî din lê hat zêdekirin.