Ji bo mexdûrên erdhejê li başûrê Kurdistanê xebatên alîkariyê
- 11:29 8 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên başûrê Kurdistanê li gelek navendan ji bo mexdûrên erdhejên li bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi alîkariyê kirine.
Di 6’ê çileyê de li navçeya Bazarcix a Mereşê serê sibehê saet di 04.17’an de û nîvro saet di 13.24’an de bi pileya 7.6’an du erdhej çêbûn. Li Dîlokê jî bi pileyên 6.4 û 6.5 erdhej çêbûn. Erdhejê bandoreke mezin li ser Mereş, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê kir. Welatiyên başûrê Kurdistanê li gelek navendan ji bo mexdûrên erdhejên li bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi alîkariyê kirine.
Di serî de li Silêmanî, Hewlêr, Germiyan û li bendê ye ku li gelek deverên din jî alîkarî bê berhevkirin.
Hewlêr
Li Hewlêrê ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê û Rojavayê Kurdistanê alîkarî tê berhevkirin. Alîkarî ji serê sibehê saet 08:00’an destpê dike heta derengiya şevê dom bike.
Germiyan
Li navçeya Kelar a Germiyanê ji aliyê hejmarek çalakvan, xêrxwaz û welatparêzan ve ji bo mexdûrên erdheja li bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dest bi komkirina alîkariyê kirin.
Silêmanî
Ji duh ve li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê jî ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê li Mûzexaneya Emnesûreke alîkarî tê berhevkirin. Her wiha îro jî li Kargeha Cigare ya Silêmaniyê navendeke ya komkirina alîkariyê hatiye destpêkirin û gel wê alikariyên xwe bibin Mûzexaneya Emnesûreke û Kargeha Cigare ya Silêmanî.
Li bendê ye ku ev alîkarî çend rojên din jî dewam bike û piştre ji bo mexdûrên erdhejê bê şandin.