Gelê Semsurê bi berteke: Rayedar li ku ne?
- 20:57 7 Sibat 2023
- Rojane
SEMSUR- Hevseroka Giştî ya HDP’ê piştî erdhêjê çû Semsurê hilweşîna pêk hatiye şopand û daxwazên gel guhdarî kir.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan piştî erhêja mezin çû Semsurê û bi gel re hat cem hev. Her wiha parlametnerên HDP’ê Ebru Gunay û parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî ligel Pervînê çûn herêm. Pervînê daxwazên gel guhdar kir.
Gel bi Pervînê re axivî û diyar kirin ku li rayedaran digerin lê bersiva ‘em ê li we vegerin’ digirin û piştre kes nayê. Dayikekê da zanîn ku gelek kes bi bin xerabeyan de ne û gelek kes ji sermana dimirin û got ‘gelo rayedar li ku ne?’
Jinek din jî wiha bertek nîşan da: “Gelê Semsurê hêjayê vê bû gelo? Çima kes nehat? Evqas mirov û zarok mirin.”
Gel her wiha diyar kir ku dibêjin li wir şorbe tê belavkirin, em tên tu tiştek tune.