Li Sêrtê hemû çalakî heta 15 rojan hat qedexekirin
- 10:54 28 Çile 2023
- Rojane
SÊRT- Walîtiya Sêrtê ragihand ji 30’ê Çileyê heta 14’ê Sibatê hemû meş, mîtîng û çalakî hatine qedexekirin.
Walîtiya Sêrtê heta 15 rojan hemû meş, mîtîng û çalakî qedexe kir.
Walîtiyê diyar kir li bajêr ji 30’ê Çileyê heta 14’ê Sibatê hemû meş, mîtîng, çalakî, avakirina standan, kampanyayên îmzeyan û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.