Polîsekî du jê jin sê kes qetil kir
- 19:32 27 Çile 2023
- Rojane
STENBOL – Li Bursayê polîsekî tevgera taybet dayika xwe, bira û hevjîna birayê xwe qetil kir.
Li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê polîsê bi navê A.E. ku li Çewligê polîsî dikir, dayika xwe Bedriye E., birayê xwe Remzî E. û hevjîna birayê xwe kuşt û birayê xwe Mehmet E. jî birîndar kir. Hat hînbûn ku Mehmet E. rakirine nexweşxaneyê.
Hate hînbûn ku polîs A.E. piştî komkujiyê çûye Midûriyeta Polîsan teslîm bûye.