Agirê ku bi Çiyayê Gabarê ket nayê vemirandin

  • 10:16 18 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Li Herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê piştî leşkeran hawan û top ji qereqolê avêtin qada daristanî, agir bi daristanê ket. 
 
Li herêma Çiyayê Gabarê ku di navbera Cizîr û Şirnexê de ye, piştî leşkeran ji qereqolê top û hawan avêtin qada daristanê, li qada daristanê şewat derket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku piştî li qada daristanê şewat derket, şewata daristanê didome û belav dibe. Welatiyan anîn ziman ku şewata daristanê li qadek fireh belav bûye û kes mudaxale nake.