Agirê ku bi Çiyayê Gabarê ket nayê vemirandin 2018-07-18 10:16:06   ŞIRNEX - Li Herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê piştî leşkeran hawan û top ji qereqolê avêtin qada daristanî, agir bi daristanê ket.    Li herêma Çiyayê Gabarê ku di navbera Cizîr û Şirnexê de ye, piştî leşkeran ji qereqolê top û hawan avêtin qada daristanê, li qada daristanê şewat derket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku piştî li qada daristanê şewat derket, şewata daristanê didome û belav dibe. Welatiyan anîn ziman ku şewata daristanê li qadek fireh belav bûye û kes mudaxale nake.