Di navbera Amed-Çewligê de li gelek deveran agir bi daristanan ket

  • 09:12 6 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
AMED - Di navbera Qereqola Abali ya girêdayî Licê û Qereqola Tapantepe ya Dara Hênê de li deh herêmên cuda agir bi daristanan ket. 
 
Di navbera Qereqola Abali ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê û Qereqola Tapantepe ya navçeya Dara Hênê ya Çewligê de bi awayekî hevwext li 10 herêmên cuda agir bi daristanan ket. 
 
Ji ber şewatê li ser rêya Çewlig-Amedê duxan belav bû û hat ragihandin dema gundiyan xwestiye midaxileyî şewatê bikin qereqolê nehiştiye. Hat diyarkirin ku her diçe agir berbelav dibe.