Di navbera Amed-Çewligê de li gelek deveran agir bi daristanan ket 2018-07-06 09:12:16   AMED - Di navbera Qereqola Abali ya girêdayî Licê û Qereqola Tapantepe ya Dara Hênê de li deh herêmên cuda agir bi daristanan ket.    Di navbera Qereqola Abali ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê û Qereqola Tapantepe ya navçeya Dara Hênê ya Çewligê de bi awayekî hevwext li 10 herêmên cuda agir bi daristanan ket.    Ji ber şewatê li ser rêya Çewlig-Amedê duxan belav bû û hat ragihandin dema gundiyan xwestiye midaxileyî şewatê bikin qereqolê nehiştiye. Hat diyarkirin ku her diçe agir berbelav dibe.