'Tirkiye memûrtiya şîrketên pirnetewî dike'

  • 09:52 4 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
Melike Aydın
 
ÎZMÎR - Hevberdevka Komên Toximên Cihî ya Îzmîrê Goknur Yeşil diyar kir ku şîrketên pirnetewî dest dixin ser jêderkên tarimê û avê û ev yek jî dê di siberojê de bibe sedema derketina şerên mezin. 
 
Hevberdevka Komên Toximên Cihî ya Îzmîrê Goknur Yeşil diyar kir ku şîrketên pirnetewî dixwazin dest bidin ser hemû jêderkên toxim û avê yên Tirkiye û cîhanê û got bi vê yekê tê xwestin ku tabloyêk reş bê xêzkirin. Goknurê da zanîn ku divê ev polîtikayên cotkariyê bên sererastkirin. 
 
'Kapîtalizm dixwaze ku gund tune bibin'
 
Goknurê got:"Şirketên pirneteweyî li ser av û cotkariyê hegemonyak ava kiriye û 4-5 şîrketên hene. Şirketa herî mezin Şîrketa Almanan Monsanto bi Bayerê re bû yek. Ev şîrketana toximên ku genetîka wê hatibe guhertin û li dijî nexweşiya qelser çê dikin. Dawiyê jî jehra tarimê difiroşin. Piştre mirov bi qansêrê dikevin û dermanê qansêrê difiroşin. Yanî ji her alî bêrîka xwe tije pere dikin. Welatên cîhanê jî karên van şîrketên ku jiyana mirovan dike xeteriyê rehet dikin. Armanca wan ew e ku gundan tune bikin."
 
'Tirkiye memûrtiya şîrketên pirnetewî dike'
 
Goknurê wiha dewam kir:"Li Tirkiyeyê gundî nikarin ajalên xwe bidin çêrandin. Loma di warê hilberînê de em qels dimînin. Her wiha gelek darên zeytûnan birîn. Em ka jî îthal dikin. Ev yek karê şîrketên pirnetewî hêsan dike.  Tirkiye memûrtiya şîrketên pirnetewî dike."