Şêniyên Şemikayê nehiştin ku makîne bikevin zeviyên wan

  • 11:42 2 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN – Li gundê Şemika yê Şemrexê bi salan e li ser zeviyên gundiyan xebata fosfatê tê kirin. Gundî li dijî vê nerazîbûnên xwe tînin ziman û makîneyên kar  ku xwestin dest bi kar bikin gundiyan pêşiya wan girt. 
 
Li gundê Şemika ê Şemrexa Mêrdînê ji sala 2011’an ve Şîrketa Lêgerîna Sifir a Etî ya girêdayî Holdînga Cengîz dixwaze li ser zeviyên gundiyan fosfoat û gubreyê derxe. Vê sibê dîsa makîneyên kar xwestin dest bi kar bikin, lê gundiyan pêşiya makîneyên kar girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Piştî gundiyan dest bi çalakiyê kir, rayedarên şîrketê bangî leşkeran kirin. Leşker bi maşîneyên zirxî hatin gund û têketin û derketina gund girtin. Sekna welatî û leşkeran a li hember hev didome.
 
Welatiyan destnîşan kir ku şirket nêzî AKP’ê ye û ji bo berjewendiyên xwe li gundê wan talanê pêk tîne. Welatiyan da zanîn ku dixwazin gundên wan vala bikin û ew jî li dijî vê derdikevin.