Li dijî kana kirêcê berxwedan didome: Ji bo rêxistinên hawirdorê bang

  • 09:07 27 Hezîran 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Jinên li dijî Kana Kirêcê ya Nuhoglu ya Qoserê di çalakiyê de ne wiha gotin: “Em nikarin li ser banên xwe razên. Zarokên me nexweşin. Kes dengê me nabihîze.” Jinan bang li rêxistinên hawirdorê kirin.
 
Jinên li herêma Îstasyon a Qoserê dijîn  li dijî Kana Kirêcê ya Nuhoglu ya 7 kîlometreyî ji navçeyê dûr e di çalakiyê de ne. Jinên bi salane ji ber fabrîka fîltreyê bi kar nayne dûmanê dikşînin, daxwaz dikin ku fabrîka demildest bê girtin. Jinan got çi ji destên wan bê wê bikin û banga hestiyariyê li rayagiştî kirin.
 
‘Em bimrin jî qebûl nakin’
 
Jina bi navê Suphiye Yertun got zarok bi pençeşêrê dikevin û gotin êdî çi ji destên wan bê wê bikin û wiha gotin: “Xwarinên me, mala me, her tiştê me, li malên me tiştek paqij nema. Em mir in. Zarokên me bi pençeşêrê dikevin. Em êdî vê qebûl nakin. Niha ez van diaxivim bîhna min diçike. Ez bi astimê ketim. Em bimirin jî em vê kanê qebûl nakin.”
 
‘Kesên nexweş neketin neman’
 
Ayşe Orten jî destnîşan kir ku law û keça wê bi astimê ketine û wiha got: “Em her şev diçin nexweşxaneyê. Rojên me li nexweşxaneyê derbas dibe. Ji bo karê mirinê li me ferz dikin. Em van qebûl nakin. Divê ev îşkence bi dawî bibe.”
 
Şukran Dundar jî diyar kir ku kes dengê wan nabihîze û wiha pê de çû: “Bila ew rojekê bên li vir bimînin. Em êdî bêzar bûn. Em jin wê ji vê re bêjin êdî bes e. Çi dibe bila bibe em ê bêdeng nemînin. Bila hikûmet ji vê yekê re çareyekê bibine. Bila hawirdorparêz bên vir.”