Çiyayên Omeryan li keskahiyê xemilî

  • 09:05 26 Hezîran 2018
  • Ekolojî
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN-Sala borî di mehên havînê de di navbera mehekê de çiyayên Omeryan du caran hatin şewitandin û îsal tevî hemû tiştî bi keskahiyê xemilî.
 
Her sal ji ber polîtîkayên şer xwezaya Kurdistanê tê şewitandin û tunekirin. Ji salên 90’î heta niha bi sedan carî xweza hatiye şewitandin û tevî van hemû pêkutiyan bi nûbûna xwe  berxwedana xwe nîşan dide. Wek çiyayên Omeryan ya li Nisêbîna Mêrdînê. Sala borî bi sedan hektar qad hat şewitandin û niha herêma Omeryan ji nû ve kesk bû.
 
Bi hinceta pevçûn heye hat şewitandin
 
Salek berê li herêma ku gund lê ye, tevî ku qedexe tune bû jî bi hinceta ‘pevçûn hene’ bi balafiran bombebaran pêk hat.  Li çiyayê ku ji 3’an zêdetir qerekol lê ne di encama bombebaranê de şewat derket û hefteyekê çiya şewitîn. Leşkeran nehişt gel jî şewatê bitemirîne û hefteyekê şewat hat temaşekirin.
 
Kesekî jiyana xwe ji dest dabû
 
Şewata yekem li alî Akarsu derket û bi dehan hektar qad şewitî û di wê navberê de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi sedan dar tune bûn. Piştî şewat hat temirandin şûnde aliyê çiya yê saxlem mabû jî hat bombebarankirin û çiya hatin texrîbkirin.