'Çand nasnameya netewebûyinê ye'

  • 09:09 7 Hezîran 2018
  • Ekolojî
Ronida Hacî 
 
HESEKÊ - Jinên Rojavayê Kurdistanê çanda xwe ya kevnar ku heta vê demê anîne ji dil û can diparêzin û dibêjin ku çanda mirovan nasmeya neteweyîbûnê ye û divê ev nasname di destpêkê de ji aliyê jinan ve bê parastin. 
 
Her netewek xwedî çandek cuda ye. Jinên Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê Gutna Hec Ehmed (60) û Şukriya Hec Enter (55) parastina çanda xwe wekî erkek pîroz a li ser milên xwe dîtine û heta niha parastine. Jinên ku li dijî qirkirina çandê her di nava têkoşînê de ne gotin:"Ji bo pêşî li pişaftinê bê girtin divê em li çanda xwe xwedî derkevin."
 
Şukriya Hec Enter a ku genim di cir de dikute, anî ziman ku ew bi saya keda dayika xwe hînî parastina çanda xwe ya kevnar bûye û got:"Ev karê ku ez dikim ji bo min gelek bi wate ye. Çimkî ez çanda xwe ya kevnar bi vî awayî diparêzim û bi bîr dixim. Ev erka li ser milê me hemûyan e divê em hemû bi taybet jî jin li keda xwe û çanda xwe xwedî derkevin. Dema ku ez vî karî dikim di heman demê de ez stranên Kurdî dibêjim û bi vê sayê ez xwedî li zimanê xwe jî derdikevim."
 
Jina bi navê Gutna Hec Ehmed ku hiriyê bi teşiyê dirêse got:"Ez ji zarokatî de hiriyê bi teşiyê dirêsim. Vê çanda xwe ya kevnar bi kedeke mezin diparêzim ku çanda me winda nebe. Em hiriya lawiran tînin û bi teşiyê dirêsin. Ji bo min karê destan û keda destan gelek pîroz e loma dema ku ez vî karî dikim ez bi kêfxweşî dikim. Ji bo siberojek azad divê em li çanda xwe xwedî derkevin. Çanda mirovan nasmeya neteweyîbûnê ye û divê ev nasname di destpêkê de ji aliyê jinan ve bê parastin."