Gola Kuyucu (Bihûşta Çûkan)

  • 09:01 7 Hezîran 2018
  • Ekolojî
QERS - Gola Kuyucuk bi germbûna hewayê re dibe mala bi sedan çûkan. Li gola ku 211 cureyên çûkan heye, dîmenên li wir dertên holê eleqeyek mezin dibîne.
 
Qers bajarekî ku zivistan lê tund û bi berf derbas dibe ye. Lê bajarekî ku bi xwezaya xwe mirov matmayî dihêle ye. Bi hatina havînê re Gola Kuyucuk a bi navê din Bihûşta Çûkan ku li navçeya Arpaça ye, veduguhere şolena dîtbariyê. Gola Kuyucuk ku gelek cureyên çûkan ên weke qerebeşk, werdek û bi giştî 211 cure lê dijîn, rastî eleqeya turîstên herêmî û biyanî tên. Gol 40 kîlometre li bakurêrojhilatê bajêr de cih digire.