'Heskîf nûneriya gelan û şaristaniyan e'

  • 09:05 31 Gulan 2018
  • Ekolojî
STENBOL - Prof Dr. Beyza Ustun  diyar kir ku ekolojîst û gel xwedî li Heskîfê derneketine û divê xwerexnedayîna vê bê dayîn û wiha got: "Li dijî qirkirina xweza, dîrokû çandê divê bi HDP’ê re têkoşîn bê dayîn."
 
Endama Komîsyoba ekolojiya HDP’ê Prof.Dr. Beyza Ustun texrîbata li Heskîfê û hilweşîna li Sûra Amedê nirxand û got tiştên li Heskîfê pêk tên êrîş in û wiha pê de çû: “Heskîf tune dibe û bi xwe re dîrokê jî tune dike.”
 
Beyzayê destnîşan kir ku Heskîf nûneriya gelan û şaristaniyan e û wiha pê de çû: “Cihekî wisa di esasê de di hemû qanûnên navneteweyî de tê parastin. Cihekî ji aliyê Peymanên NY’ê, UNESCO’yê jî tê parastinê ye. Lê mixabin sermaye qada ku dixwaze dike qada xwe.”
 
‘Em xwedî li Heskîfê derneketin’
 
Beyzayê dîsa balkişand ser texrîbata li Heskîfê û got Çemê Dîcle û Heskîf tune hatiye hesibandin û xistine  qada sermayê. Beyzayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em kesên têkoşîna ekolojiyê didin li Allîanoî  nehatin cem hev, li Heskîfê nehatin cem hev. Divê em têkoşînê bimeşînin. Ger îro Heskîf di bin avê de bimîne ji ber me ye. Em bi hev re xwedî lê derneketin. Divê em ewil xwerexnedayîna xwe bidin. Divê em hemû kes xwedî li dîroka xwe derkevin."
 
Beyzayê diyar kir ku mudaxaleya li hember Sûr, Cizîr û Nisêbînê jî ji Heskîfê ne cuda ye û bi konsepta şer, OHAL û qedexeyên derketina derve ew der hatine hilweşandin û tunekirin. Beyzayê daxuyakirin ku Sur, bi gel, dîrok û çanda wê bi zorê hat tunekirin.