Kana kirêcê rîska nexweşiyan zêde dike

  • 09:06 30 Gulan 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Li Qoserê li dijî Kana Kirêcê ya Nuhoglu  bi rojane jin çalakiyan pêk tînin û jinan wiha gotin: "Em nikarin li ser banê razên. Em sibehê radibin, her der reş bûye. Em nikarin bîhna xwe bistînin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî ji bo jehrê ‘delîl’ xwest."
 
Li Qoser a Mêrdînê jinên li herêma Îstasyonê dijîn bi rojane li dijî Kana Kirêcê ya Nuhoglu ya 7 kîlometreyan ji navçeyê dûr e çalakiyê pêk tînin. Ji ber fabrîka fîltreyê bi kar nayne bi sale jehra fabrîkayê li derdorê belav dibe û jin dixwazin demildest fabrîka bê girtin.
 
Melez Çelîn got sibehê bi dûmana reş hişyar dibin û wiha got: “Em dema ku serê sibehê radibin her der dûman û herî ye. Ma em ne guneh in. Fîltreyan bi kar naynin. Ev bi salane wisa ye. Roj bi roj xerabtir dibe. Em êdî bêzer bûne. Ez nexweşa şekir û tansiyonê me.  Êdî bes e. An bila fabrîkayê bigirin an jî bila fîltreyê bi kar bînin.”
 
‘Dixwazin em bar bikin’
 
Medîne Baran jî bertek nîşanê fabrîkayê da û wiha got: “Em her roj şaneşînan dişon. Di saetekê de dîsa heman tişt dibe. Her derê mala me dibe dûmana reş. Heta 6-7 salan em ê hemû bi pençeşêrê bikevin. Zarokên me bi astimê ketin. Em her roj diçin nexweşxaneyê. Keyayê taxê got ez nikarim tiştekî bikim. Wezareta Dadê jî ji bo vê dumana bi jehrî  delîl xwest. Em êdî bêzar bûne. Dixwazin em ji vir bar bikin.
 
Bahar Akkiz jî got ji ber fabrîkayê dermankirina pençeşêrê dibîne û got zarokên wê jî bi astimê ketine. Baharê bang kir ku divê demildest çareyek ji vê re bê dîtin.