Li çiyayên herî bilind lêgerîna giya yê ku dermanê xwezayî ye

  • 09:03 22 Gulan 2018
  • Ekolojî
Zeynep Durgut
 
WAN-Li gundê Şêxanê jin li çiyayên herî bilind jin ji bo ku bi kin derman li giya digerin. Herî zêde giyayê sîrê ji bo gelek nexweşiyan derman e û peydakirina wî jî gelek zahmet e.  Jinên ku li giyayê sîrê digerin piştî bi saetan ku dimeşin xwe digihînin vî giyayî û  top dikin.
 
Li Serhedê bi hatina demsala biharê re jinan dest bi komkirina giya kir. Li gundê Şêxanê yê  girêdayî navçeya Payîzavayê jin ji her giyayekî sûdê digirin. Jinên ku li giyayê sîrê digerin piştî ku serê sibehê bi saetan dimeşin xwe digihînin çiya û giyayê sîrê kom dikin. Jinên ku giyayê sîrê kom dikin bi her awayî jê sûdê digirin. 
 
'Em li çiyayên herî bilind digerin'
 
Jina bi navê Aynur Gûven anî ziman ku ew di demsala biharê de amadekariyên zivistanê dikin û got ku giyayên li çiyayan şîn dibe ji her êşekê re dermane û wiha axivi;" Ji her ku bûye bihar em giya kom dikin Em kurd gelek giya bi kar tînin. Bêgûman di nav her xwarinek me de giya heye. Em li çiyayên herî bilind giyayên herî baş ku wekî derman e digerin. Di navbera giyayan de jî cûdahî heye. Her giyayek ji bo nexweşiyekê baş e. Her giyayê ku li  erdnîgariya Kurdîstanê şîn dibe hekîm e. Lê giyayê sîrê xwedî taybetmendiyeke cuda ye Sîr xwedî taybetmendiyeke cûda ye. Li her çiyayekî yan jî li her derekê şîn nabe. Di heman demê de dîtina vî giyayî pir zehmet e. Ez hem bêrîvaniyê dikim hem jî diçim giya kom dikim. Giyayê sîrê em herî zêde di nav pênîr de bi kar tînîn. Di nav xwarinên cûr bi cûr de jî tê bi kar anîn. Ev giya di heman demê de madê mirov jî li xwarinê vedike. "
 
'Bi qasî komkirinê amadekirina wî jî mirov diwestîne'
 
Aynurê di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku Serhed bi giyayên xwe  pir dewlemende û wiha berdewam kir;" Piştî ku OHAL hatiye îlankirin û şûnde em nikarin serbest biçin zozan û çiyayan. Her roj li her herêmekê zozan,newal,deşt tên qedexekirin. Di salên berê de em kom kom diçûn. Lê  Niha mîna berê nîne.  Ev qedexeyên ku her roj li herêma tên îlankirin divê bên rakirin û bila her kes biçe giya kom bike. Em di awayê komkirina giya de gelek zahmetî dikişînin. Ji bo ku mirov van giyayan peyda bike divê mirov li çiyayên bilind pir zêde bimeşe.Lê ji bo tendirûstiya xwe em ev qas meş didin ber çavên xwe. Lê giyayê sîrik hem komkirina wî hem jî amadekirina wî gelek zahmet e. Ji bo tendirûstiya xwe mirov divê zêde giya bi kar bîne. Giya hem  laşê mirov sivik dike û hem jî di nav her  xwarinekê de  xweş e. Ji ber wê jî divê em ji van giyayayan sûdê bigirin."