‘Di bin navê ximzeta mezin de qirkirina daran’

  • 09:04 20 Gulan 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Ji bo projeya ‘Batti-Çikti’ ya di meha îlonê de dest bi xebata wê hat kirin û bi îfadeyên ‘ xizmeta mezin’ ji rayagiştî re hat îlankirin, darên nêzî rê hatin birîn.
 
Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin re ji bo 93 şaredariyên DBP’ê qeyûm hat tayînkirin û yek ji van şaredariyan jî ya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûn.  Qeyûmên ku tayînî hemû navçeyên wê jî bûn karê wan yê ewil xerakirina riyan bûn. Qeyûm Mustafa Yaman  xizmetên ku dikir her tim di çapemeniya herêmî de bi cih kir û berê bi dehan carî ji aliyê gel ve hat rexnekirin.
 
‘Xizmeta mezin’ naqede!
 
Projeya ‘Batti-Çikti’ ya di meha îlonê de wek ‘xizmeta mezin’ hat îlankirin li ser Kolana Diyarbarkir tê çêkirin lê hîna temam nebûye.  Projeya ku nayê zanîn wê kengî temam bibe trafîk serobino kiriye û welatiyên di rê de jî derbas dibin pisgirêkan dijîn.  Bi dehan kep dixebitin û çalên vekirî di rê de hene. 
 
Dar hatin birîn
 
Di çarçoveya projeyê de kepçeyên dixebitin zirarê didin xwezayê. Li Parqa 15'ê Temmuzê  ya li qada xebat lê tê meşandin cih digire, bi hinceta wê rê fireh bibe bi dehan dar hatin birîn. Tê îdiakirin ku wê hejmara darên bê birîn zêde bibin.
 
Welatiyên li parqê bertek nîşan dan û gotin ev karekî çawa ye û wiha gotin: “Bi soza wê xweşiktir bibe rê û park anîn vê rewşê. Dibe her dem li vir qeza bibe. Li dijî vê kes tedbîrê nagire. Çalên serê wan vekirî hene. Zarok derbas dibin. Em vê zîhniyeta xwezayê qetil dike matmayî temaşe dikin.”