Qada dîrokî û turîstîk wek ‘qada leşkeriyê’ tê bikaranîn

  • 09:09 17 Gulan 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Li Stewrê xaniyên ku mîmariya wan ji dema Romayê maye, terkî qedera wan hatiye kirin, Keleha wê jî ji bo qada leşkeriyê tê bikaranîn.
 
Xebatên turîzmê yên li Mêrdînê tenê li navendê tên kirin. Li navçeyên wê gelek warên dîrokî terkî qedera wan hatiye kirin. Yek ji van navçeyan jî Stewrê ye. Xaniyên wê yên dema Romayê maye terkî qedera wan hatiye kirin. Tevî taybetiya xwe û heybeta xwe eleqeya turîstan nabîne û  her çar alî navçeyê bi kulubeyên cerdevan û qerekolan hatiye dorpêçkirin.
 
Li Stewrê du kelehê bi navê Stewr û Hîsarkaya hene. Keleha Stewrê ya heta Omeryan hemû herêmê bi awayekî zelal dibîne, ev demek dirêj e kes naçe serdana wê. Leşkerî kelehê bi kar tîne û piştî qeyûm tayînî şaredariyê bû şûnde veguhertin herêma leşkerî. Tevî ku wek qada ewlehiya taybet nehatiye îlankirin jî  wek qada leşkerî bi kar tînin û tu kes nikare biçê.  
 
Her wiha ji bo kulubeyên cerdevanan jî ku li girê navçeyê hatiye avakirin, bi dehan dar hatin birrîn. Gund jî di nav de ligel cihan kulube hatine çêkirin û bi sedan dar tên birîn.