Çirava Gap'ê ji nû ve herikî

  • 10:41 15 Gulan 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Çirava Gap'ê ku pê baxçeyên zeytûn û yên Gap'ê dihatin avdan bi barîna barana zêde re ji nû de herikî.
 
Çirava Gapê ku li navçeya Dêrika Mêrdînê pê baxçeyên zeytûn û Gapê dihatin avdan bi barana zêde ku bariya re di nava hefteyekê de cara duyemîn herikî. Herikîna çiravê rûyê hiberînerên mişmiş, hejîr, hinar û zeytûnan geş kir
 
Kesên ku çûn ji bo li çiravê temaşe bikin ji bo bîranînê bi dehan wêne kişandin.