Li Sîlopiyê ava kaniyên xwezayî tê vexwarin

  • 09:29 29 Nîsan 2018
  • Ekolojî
ŞIRNEX-Şêniyên li taxên Karşiyaka û Barbaros yên Sîlopiyê dijîn, ev du sale li şûna ava kaniya malê ava kaniyên xwezayî bi kar tînin.
 
Li taxên Karşiyaka û Barbaros ên Sîlopiya Şirnexê gel ava ji çiyayê Cudî tê bikar tîne. Welatiyan bi xortuman av kişandine bin darekê û bi salane wê avê bi kar tînin. Navê darê Hembellî ye û ji ber vê jî ji ava kaniyê re dibêjin ava ‘Hembellî’. Gel rojê herî kêm du caran tê vir û bi bîdonên xwe ava xwe dibe malê.
 
‘Em nizanin ava kaniyên malê ji ku tê’
 
Jina bi navê Vesîle Aybîn diyar kir ku ji bo tenduristiyê her tiştên pêwist ji aliyê xwezayê ve tê dayîn û wiha got: “Ava vê kaniya xwezayî pir cuda ye. Em nizanin ava di malên me de ji kut ê. Ji ber vê em vê ava kaniyên xwezayî tercih dikin.  Em rojê çend caran tên, bîdonên xwe tije dikin.”
 
‘Tax hemû vê avê vedixwe’
 
Zeynep Şengul jî bi lêv kir ku carna ji taxên dur jî welatî tên vir avê dibin û got ava kaniya xwezayî ji ava parzûnkirî jî xweştir e û got tevî ku mala wan li palê ye jî rojê çend caran tên vir avê dibin.