Seher Kadirogluataş: Ji bo Sûrê û Heskîfê têkoşîna hevpar şerd e

  • 10:12 28 Nîsan 2018
  • Ekolojî
WAN - Endama Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê Seher Kadiroglu bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî hilweşîna xwezayê û cihên dîrokî û got:"Divê em li dijî hilweşandinên cihên dîrokî û ya xwezayê derkevin."
 
Bi boneya 28'ê Nîsanê Roja Çalakiya Kuresel a Sûr û Heskîfê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Platforma li dijî Hilweşandina Sûrê, Piştevaniya Sûrê ya Stenbolê, Pêngava Jiyandina Heskêfê û Meclîsa Munzurê ya Ozgur Aksin dê li Tirkiyeyê li 7 û li derveyî welat jî li 20 bajarî bi awayekî hemwext dê  çalakiyên cuda pêk werin. Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Seher Kadirogluataş got:"Divê em ji bo parastina xweza û dîrokê bi hev re têbikoşin."
 
'Em ê li dijî hilweşandinê bisekinin'
 
Seherê anî ziman ku Sûr û Heskêf binhişiyên dîrokî ne û got:"Dewlet bi polîtîqayên xwe yên şer dixwaze qada jiyanê ya li dora Çemê Dîcleyê tune bike. Em ê li dijî vê yekê bisekinin. Em dikarin Heskêf û Sûrê rizgar bikin. Em dikarin ev qadana zindî bikin. Gel xwedî li Sûr û Heskêfê derdikevin. Tê xwestin ku dîroka 12 hezar salan a di nava mîrateya dîroka cîhanê de ye tune bikin. Bêdengiya siyasetmedaran û çepiklêxistina wan a ji bo vê hilweşandinê dibe sedem ku dîrok bi tunebûnê rû bi rû bimîne."
 
'Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin'
 
Seherê anî ziman ku divê em li dijî hilweşandina cihên dîrokî û xwezayê bisekinin û got:"Divê li dijî hilweşandina xweza û cihê dîrokî em bêdeng nemînin. Ji bo Sûrê û Heskîfê têkoşîna hevpar şerd e. Em ê li dijî talana li ser xweza û cihên dîrokî têkoşîna xwe bidomînin."