Tevgera Ekolojiyê ji bo Heskîf û Sûrê bang kir

  • 13:53 27 Nîsan 2018
  • Ekolojî
AMED - Tevgera  Ekolojiyê jib o çalakiyên ku wê di 28'ê Nîsanê de, ji bo parastina Heskef û Sûrê li 20 welatên cûda di çarçoveya "Roja Çalakiya Kurevî ya ji bo Heskif û Sûrê" bên kirin banga tevlibûnê kir. 
 
28’ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî Yên Sûr û Heskîfê’ hatiye îlankirin, di roja 28’ê Nîsanê de dê li nêzî 20 welatan çalakî û xwepêşandanên hemwext bên lidarxistin. Di van çalakiyan de bi dirûşmên ‘Bila qedexeyên li Sûrê bên rakirin, Sûr bijî, welatiyên Sûrê vegerin malên xwe!’ Tevgera Ekolojiyê ya ku ji Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na, Hewldana Jiyankirina Heskîfê, Platforma Piştevaniya bi Sûrê re ya Stenbolê û Hewldana Munzur Azad Biherike pêk tê têkildarî Roja Çalakiya Kurewî ya ji bo Heskîfê û Sûrê ya dê di 28’ê Nîsanê de bê lidarxistin banga tevlêbûna çalakiyan kirin. 
 
Hewldana Jiyankirina Heskîfê bi boneya çalakiyên “28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê” ku dê li gelek deverên welatên cîhanê bê lidarxistin, daxuyaniya nivîskî da. Hewldanê destnîşan kir ku qirkirina dîrokî, polîtîk, ekolojîk û çandî li dijî Sûr û Heskîfê pêk tê û got: “Em hemû kesî vedixwînin xwedî derketina ji bo bajarên dîrokî Sûr û Heskîfê. Bila her kes beşdarî çalakiyan bibe.” 
 
Çalakî dê sibê li Girê Hasankeyf Seyirê saet di 12.00'an de daxuyanî bê dayîn 
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê dê li pêş Mizgefta Mezin daxuyanî bê dayîn. Piştre dê li taxên Alipaşa û Lalebey lekolîn bê kirin. 
 
Li Qada Taksim û Galatasarayê daxuyanî bê dayîn. Li Îzmirê jî dê li pêş Navenda Çandê ya Bergama ya Îzmirê daxuyanî bê dayîn. 
 
Dê li Wan, Antalya û Ankara jî di heman saetan de daxuyanî bên dayîn.